Ciwanên enternasyonalîst li Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin

Ciwanên enternasyonalîst û Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li Balafirgeha Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanên ku li hundirê balafirgehê daxuyanî dan, diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê her tim li qadan bin.

Ciwanan destnîşan kirin ku divê hemû ciwanên şoreşger li dijî êrîşên dewleta Tirk li qadan bin û gotin ku saziyên mafê mirovan li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ne mirovane bêdeng in.

Ciwanên şoreşger di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang li ciwanên Ewropayê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û parastina paradîgmaya wî dakevin qadan. Ciwanan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe armanca sereke ya çalakiyên wan. Ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Gerîla” berxwedana gerîlayên Kurdistanê silav kirin û bi berzkirina dirûşmeyên Elmanî teşhîr kirin ku dewleta Elman şirîkê vê sûcê ye.