Ciwanên çepgir ên Elman hatin serdana Xelîl

Li bajarê Elmanya Nurnbergê komeke ciwanên Elman çûn serdana Şiyar Xelîl ê ku 28 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Komeke ciwanên Elman ku ji Çepgira Mudaxele (Interventionistische Linke) , organîzasyonên bi navê Roja ve Prolos pêk dihat, hatin serdana Şiyar Xelîl ê li bajarê Elmanya Nurnbergê li Mala Gel a Medyayê di greva birçîbûnê de ye.

Ciwanên Elman gotin bêdengiya dewleta Elman bi sîstema kapîtalîst ve girêdayî ye û ev sîstem ne tenê ji bo Kurdan li dijî  hemû antîfaşîst û antîkapîtalîstan e.

Ciwanan ragihadin ku divê xweî li çalakiya greva birçîbûnê were derketin û diyar kirin ku ew ê ji bo di raya giştî de bihestiyarbûn çêbibe, kar bikin.

Şiyar Xelîl jî wiha got; “Hêviya min ji we û raya giştî ya Elmanya ew e ku hê bêhtir piştevaniya gelê Kurd bikin û hêzê bidin hêza me. Dengê me bigihînin civaka Elmanya. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidawî nebe ez ê bi biryardariyek mezin çalakiya xwe bidomînin. Di vê mijdarê de ez bi biryarin, coş û moralê min, rewşa tenduristiya min jî baş e.”