Ciwanan li Parîsê çalakî li dar xistin
Li banlîyoya Drancyê ya Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Li banlîyoya Drancyê ya Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Çalakî ji aliyê Komuna Ciwanan a Şehîd Mawa Torî li Qada Repûblîqûe ya Parîsê hate lidarxistin.
Bi pankartan bal hate kişandin ser firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û xwepêşandenek teatral jî hate lidarxistin.
Di xwepêşandana teatral de êrîşên dewleta Tirk hate protesto kirin.
Di çalakiyê de belavok jî hate belavkirin.