Ciwanan li Parîs û Arnhemê ji bo Rêberê Gelê Kurd daketin qadan

Piştî banga Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî, çalakiyên protestoyî li bajarên Ewropayê didomin.

Ciwanan li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) “Pergala Îmraliyê bişîkînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Arnhem a Hollandayê daketin qadan.

PARÎS

Girseya ku li qada Republîque hatin ba hev, di bin barana zêde de bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Piştre ber bi qada Bastîllê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankart û dowîzên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.

Hevserokên CDK-F Şahîn Polat û Xanê Akdogan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin û gotin: “Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em dixwazin tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ku mifreya çareserî û aştiyê ye, dawî bibe.”

Çalakî li qada Bastîlle bi gerandina govendê bi dawî bû.

ARNHEM

Ciwanên TCŞ’ê di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan, li bajarê Arnhem ê Hollandayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanan pankartên bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û alên PKK’ê hilgirtin û bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di çalakiyê de bang li ciwanên Ewropayê hat kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.”