Ciwanan li Corbeîlê Cejna Vejînê pîroz kirin

Ciwanên ku li bajarê Corbeîl ê Fransayê li hev civiyan, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Ciwanên ku li ber gara Corbeîl li hev civiyan, bi meşeleyan meşiyan. Ciwanên ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo” berz kirin, li ber Şaredariya Corbeîlê mîtîngek li dar xistin.

Li vir Rêveberê Komeleya Çanda Demokratîk a Evr Adil Amed axivî û diyar kir ku PKK’ê sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kiriye û bûye gerdûnî û anî ziman ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin.

Çalakî bi gerandina govend û stranên şoreşgerî bi dawî bû.