Ciwanan li Şaxa Rêxistina Efûyê ya Dusseldorfê çalakî kirin

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bêdengiya li hember berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan hatine destpêkirin protesto bikin, li Şaxa Rêxistina Efûyê ya Dusseldorfê çalakî kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li pêşiya Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li bajarê Dusseldorfê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de êrîşa polîsan a li ser çalakvanên li Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê jî hate şermezarkirin.

Çalakvan bi rêveberên Rêxistina Efûyê re jî civiyan. Di hevdîtina dosyayek hate pêşkêşkirin de, hate gotin ku wê rêveberên Rêxistina Efûyê daxuyaniyek bidin.