Ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî kirin

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê aktivîstên JXK û YXK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.

Li Viyanayê bi dirûşma ‘Raman nayê zindanîkirin, Ji bo Rêber Apo azadî niha’ mîtîngek hate kirin.

Ciwanên Kurd saet 17:00’an li Bûndeslander Platzê mîtîng lidar xistin û li mîtîngê jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin.

Her wiha ciwanan standek a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd, brûşûr û tecrîdê li xwe digire vekirin.

Li standê wêneyên Ocalan hatin hildan. Gelek belavokên li ser tecrîdê hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşman piştî saet û nîvê dawî bû.