Ciwan wê 19'ê Çileyê li Swêdê li dijî tecrîdê dakevin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê 19'ê Çileyê roja Şemiyê li 4 bajarên Swêdê dakevin qadan.

Ciwanên ku amadekariyê ji çalakiyan re dikin, ji bo bala raya giştî ya Swêdê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê, belavokan belav dikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad bang li ciwanên Kurd, Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a tecrîd û tinekirinê, 19'ê Çileyê roja Şemiyê tevlî xwepêşandanan bibin.

Bajarên ku xwepêşandan lê bên lidarxistin:

Borlänge, Meydana Borlänge, saet 14.00

Gävle, Kolana Drottningatan, saet 13.00

Västerås, Erikslund, saet 13.00

Örebro, Meydana Storatorget, saet 14.00