Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo li Bellinzonayê meşiyan
Ciwanên li Bellînzonayê diyar kirin ku Rêber Apo bi peyama, "Tecrîd dewam dike" banga mezinkirina têkoşînê kir.
Ciwanên li Bellînzonayê diyar kirin ku Rêber Apo bi peyama, "Tecrîd dewam dike" banga mezinkirina têkoşînê kir.
Ciwanên Kurd bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kantona Ticino ya Swîsreyê meşek meşaleyî li dar xistin. Çalakvanan li ber Peykerê Azadiyê yê Bellinzonayê hatin ba hev û bi dirûşmeyan heta ber avahiya Parlamentoya Bellinzonayê meşiyan. Ciwanan pankartên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla”, “Tirkiye faşîst e, statûya wê terorîst e", "Siamo tutti PKK”, "Bijî PKK" û "Bijî YPG" berz kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Kenan Kûrt jî axivî û got: “Di demên dawî de Rêber Apo bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de hevoka yekemîn 'tecrîd dewam dike' bû. Rêber Apo bi vê daxuyaniyê ji hemû gelê Kurd, gerîla, ciwan û jinên welatparêz re wiha dibêje; di şexsê min de dijmin komplo û qirkirina Kurdan didomîne. Bi vê peyamê banga mezinkirina têkoşînê kir. Gerîla, ciwan û tevahî gelê Kurd ê welatparêz di her qadê de xwedî li Rêbertî derdikevin û têkoşîn mezin dikin.”
Kûrt bal kişand ser çalakiya fedaî ya li dijî TUSAŞ’ê û ev tişt got: “Şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn li hemberî yên ku teslîmiyetê ferz dikin, xeta berxwedanê nîşan dan."
DI çalakiyê de li ber stranên Kurdî govend hat gerandin û piştre bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.