Ciwan ji bo Şengalê daketin qadan

Li dijî daxuyanî û gefên PDK'ê û hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.

Li dijî gef û êrişên gengaz ên hikumeta Iraqê yên li ser xelkê Şengalê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê meşek li dar xistin.

Ciwan bi vê armancê li qada Belle de Maî li hev civiyan û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê meşiyan û dirûşmên bi Kurdî û Fransî yên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo" û "Lîberte poûr Ocalan" qîriyan.

Ciwanan her wiha meşale jî vêxistin û heta ber Navenda Civaka Demokratîk meşiyan, piştre daxuyaniyek dan.

Çalakiya ku di çarçoveya pêngava "Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, bi hev re serhildan" hate lidarxistin, bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.