Ciwan 4 roj in dimeşin: Bi Rêber Apo azad bibe!

Meşa Dirêj a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest pê kir, di roja çaremîn de ye. Ciwanan ji bajarê Bensheîmê dest bi roja çaran a meşê kirin.

Meşa Dirêj a ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê dest pê kir di roja 4'emîn de ye.

Beşa îro ya meşê li bajarê Bensheîmê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dest pê kir.

Ciwanên ku bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo azad bibe" ber bi bajarê Saarbruckenê ve dimeşin, wê îro bi 20 kîlometreyan bimeşin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst li dijî provokasyonên polîsên Elman bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" dimeşin.

Ciwan hewl didin nekevin xefika provokasyonan û meşa xwe bi ser bixînin.

Beşa îro ya meşê wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi dawî bibe.

Nêzî 100 ciwanên meşvan wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li fîlmê "Banga Rojê" temaşe bikin.

Çalakgerên ku doh li Darmstadt-Lûîsenplatzê li hev kom bûn, bûn hedefa êrişa polîsan û ciwanekî Elman ji nava çalakgeran hate destgîrkirin.