Cîlda duyemîn a ‘Jiyana min her şer bû’ bi Îngîlîzî hate weşandin

Cîlda duyemîn a ‘Jiyana min her şer bû’ ya şoreşger Sakîne Cansiz bi Îngîlîzî hate weşandin.

Cîlda duyemîn a ‘Jiyana min her şer bû’ ya şoreşger Sakîne Cansiz bi Îngîlîzî ji alîyê Weşanxaeya Plûto Press hate weşandin. Wergêra pirtûkê Janet Bîehl û rojnameger Denîz Bîlgîn pêşkêşiyek kirin. Parlementera Parlementoya Ewropayê Jûlîe Ward jî di nav de gelek kes tevlî çalakiya danasînê bûn.

Cîlda pêşîn a pirtûkê di Nîsana 2018’an de hatibû çapkirin.

Li ser skype wergêr Janet Bîehl tevlî çalakiya danasînê bû û got: “Ez gelekî bi rûmet im ku min jiyana şoreşgerekê wergerandiye Îngîlîzî.

Yek ji kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê tevî du hevalên xwe hate qetilkirin di berga duyemîn a pirtûka xwe de qala girtina xwe ya di sala 1979’an û heta salên 1991’ê dike. Sakîne Cansiz a ku di dema faşîzma 12’ê Îlonê de di girtîgehê de bû, bi berxwedana xwe di dîroka PKK’ê de cihekî girîng wergirt.

Wergêr Janet Bîel di heman demê de pirtûka Şoreşa Rojava jî wergerandibû Îngîlîzî.