Cîhan Altûn li Helsîngborgê hate bibîranîn
Şervanê YPG’ê Cîhan Altûn (Brûsk Gabar) ê 9’ê Nîsana 2015’an li gundê Xetita yê Hesekê di şerekî yê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, li bajarê Helsîngborg ê Swêdê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Şervanê YPG’ê Cîhan Altûn (Brûsk Gabar) ê 9’ê Nîsana 2015’an li gundê Xetita yê Hesekê di şerekî yê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, li bajarê Helsîngborg ê Swêdê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Bi sedan Kurdistaniyên çar parçeyên cuda yên Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina şehîdan destpê kir. li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Ahmed Qamişlo axivî û diyar kir ku Altûn ne şehîdê destpêkê û ne jî yê dawî ye, gelê Kurd berdêlên mezin dane û got: “Em ê şopdarên wan in, em ê têkoşînê bidomînin.”
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Skone Suleyman Stavrî jî axivî û got: “Em soz didin ala wan rakin û bigihînin serketinê.”
Siyasetmedarê Kurd Rizgar Dersim jî anî ziman ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê berdêlên mezin dane û got: “ Gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê serketineke mezin bi dest xist û vê yekê nîşanî cîhanê da. Bang li hemû gelê Kurd û dostan dikin ku xwedî li berxwedêran derbikevin, heta tecrîd bi dawî bibin qadan vala nekin.”
Piştî sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Cîhan Altûn hate nîşandan û şûnde bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û’Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.