Cezayê darvekirinê ya ji bo ciwanên Kurd, li Den Haagê protesto kirin

Kurdên li Holandayê dijîn, cezayê darvekirinê yê ku edaleta Hewlêrê dayî 2 ciwanên Kurd li ber Sefaretxaneya Iraqêya li Den Haagê hate protestokirin.

Kurdên ku vê roja Sêşemê li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li Den Haagê hatin gelhev, cezayê darvekirinê yê Başûrê Kurdistanê dayî 2 ciwanên Kurd şermezar kirin û xwestin tavilê bê betal kirin.

Di axaftin û xwendina belavokek a dema çalakiyê de bertek nîşanî hevkariya di navbera KDP’ê û dewleta Tirk dan.

Roja 23’ê Cotmehê KCK’ê bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê ji bo 2 ciwanên Kurdên ku bi hênceta 17’ê Tîrmeha 2019’an a kuştina berpirsyarek MÎT’ê dabû. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû gelê Kurd, saziyên Kurd ên demokratîk, rewşenbîr û hûnermendan kiribû ku li dijî vê biryarê bikevin tevgerê.