BI DÎMEN

Cenazeyê parêzer Saracenî bi merasîmekî hat veşartin

Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê Luîgî Saracenî ku Yekşemê jiyana xwe ji dest da, li goristana Verano ya Romayê hat veşartin.

WEFATA PARÊZER LUÎGÎ SARACEN

Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê Luîgî Saracenî (86) ku Yekşemê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma cenaze ya li goristana Verano ya Romayê hat veşartin.

Malbata Saracen, nûnerên KNK’ê, rêveberên Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, endamên Komîteya Kurd û Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî tevlî merasîmê bûn.

Li qada merasîmê peyama sersaxiyê ya KNK’ê û wêneya Saracenî yê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat daliqandin. Her wiha li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala çelengek hat danîn.

Di merasîmê de li ser navê nûnerê KNK’ê û Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata wî re hat xwestin.