Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Fewaz El-Hewaş û Xelef El-Mihmîd li bajarê Reqa û cenazeyê Mihemed Elî li Til Koçerê bi merasîman hatin veşartin.

REQA

Bi sedan welatiyên bajarê Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Fewaz El-Hewaş (Zêbeq)û Xelef El-Mihêmîd (Ebû El-Nisir) ku di 'Şerê Tinekirina Terorê' de şehîd bûbûn, ji çerxerêya Firûsiyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Reqayê ya li gundê El-Hikumiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê QSD’ê Umer Reqa û endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebûd El-Salih axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê herdu şervanên QSD’ê li goristanê veşartin.

TIL KOÇER

Bi hezaran welatiyên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Elî (Elî) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Herekol Girziyaret, li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê Ebdullehed Gewriye axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re xwestin û gotin; “Şehîd Elî û şehîdên beriya wî karîbûn rêya azadiyê nîşanî gelan bidin. Keç û xortên me ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Elî li goristanê veşartin.