BI DÎMEN

Cejna Newrozê li Krasnodarê hat pîrozkirin

Bi sedan Kurdên ku li Bajarê Krasnodarê ya Rûsyaya Federal dijîn, hatin ba hev û cejna Newrozê pîroz kirin.

NEWROZ

Kurd û dostên wan li salona Opera Palas a li bajarê Krasnodarê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Yekitiya Rêxistinên Kurdî ya Navneteweyî ya li Rûsyayê Arif Ezmanî, endamê KNK’ê ya Rûsyayê Feyzoyê Huseyîn û hevseroka otonomîya Kurdên Adigêyê Sînema Mehmed di pîrozbahiyê de axivîn.

Axaftvanan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin ku wê bi vê wesîleyê têkoşînê hîn geştir bikin.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stran û dîlanê berdewam kir, di pîrozbahîyê de hunermendên ji Kurdistanê û hunermendên herêmî; Onîkê Amoyî, Ehmed Ehmêdov, Rustem Îbrahîmov, Gulîzer Şaxbazova, Delîl Azadî, Barî Yûsûbov stran sitrandin û Koma Govendê ya “Bêrîtan” jî derket ser dikê û govend pêşkêşî gel kir.

Pîrozbahî bi stran û dîlanê bi dawî bû.