Cangoriyên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Di kesayeta fermandara şoreşger û lehenga tekoşîna azadiyê Bêrîtan de, cangoriyên meha Cotmehê li Komeleya Kurdî a Stockholm bi beşdariya gelek Kurdistaniyan hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtina giyana cangoriyan ve dest pê kir. Sînevizyona ku jiyana tekoşer û berxwedêrên meha Cotmehê vedigot, hate nişandan û di pey re li ser navê PJAK’ê Emîr Babekrî axivî. Babekrî got: “Êrîş û kiryarên Îranê ya li ser Endamê Koordinasyona PJAK’ê Cengawer Bahoz (Hadî Emînî) ku çendîn sal di girtîgeha rejîma Îranê de bi berxwedanî û tekoşîna xwe tevgera PJAK’ê di nav gel de da nasandin û her wiha rêhevalên wî, tenê lawazbûna Îranê dide diyarkirin. Her yek ji wan bi dehan sal di nava tekoşina azadiyê de cih girtin û heya bi kêliyên dawiya jiyana xwe li ser bingehê baweriya bi jiyanek azad ji bo tevayî gelên li herêmê têkoşiyan û gihane asta şehadetê. Her hevalek me berdêla cihanek û welatekî ye, em PJAK şopdarê rêya wan bin. Bi azadiya serok Apo re em ê wan tacîdar bikin.”

Di berdewamiya merasîmê de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji bo cangoriyên meha Cotmehê û her wiha rewşa Kurdistanê bi giştî axivî, Aydar diyar kir: “Ew hevalên cangorî û pêşeng ji me tekoşînê dixwazin û şehadeta wan ji bo me bang û daxwaza bilindkirin û xurtkirina tekoşînê ye.

Em îro li Swêd in, piştî ku dewleta Swêd bi awayek fermî îtiraf kir ku tu têkiliya Kurdan bi terorkirina Olof Palme re tune; ew maf û zemîn ji me re çêbûye ku em xebata ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê bikin û hemû xebatên me li ser vî bingehî ne.”

Aydar bal kêşand li ser hişmendiya Îttîhad Terakkî ya îro li ser Kurdistanê di şexsê Erdogan de li ser Kurdan tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Pêvajo pêvajoyeke pir giran e; îro li Kurdistanê zihniyet û feraseta Îttîhad Terakkî ango islahkirina şerq dimeşe; ew zihniyeta komkujiya Ermenan kirî, îro bi serkêşiya kesek faşîst û dijminê mirovahiyê Erdogan ku li ser fikra Îslama Sunî a Tirk dixwazin tevayî gelên li herêmê an bi temamî bikin Tirk an jî qir bikin. Ev şer, şerê man û nemanê ye, ji ber ku ji bo wan ‘Kurd e dijmin e, ferq nake kî/ê be û li kû be’.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara Şengalê jî û ragihand: “Îro di mijara Şengalê de pêwîst e Kurd pir hişyar bin. Ji ber ku dixwazin Şengalê ji kesên ku ew rizgar kirine paqij bikin. Ew hêz û yekîtiya ku li herêmê çêbûye, dixwazin belav bikin. Di her peymanekî ku li ser Kurdan tê meşandin de, ger ku dewleta Tirk kêyfxweşiya xwe tînin ziman, bizanibin ku ew peyman bi ti awayî ne di berjewendiya Kurdan de ye. Tirkiye bi awayekî çalak di nava wan lîstokên li ser Şengale de ye û lingê wî jî PDK ye. Ji ber ku ev biryara li ser Şengalê, yekser girêdayî mijara Efrîn, Serêkaniyê û tevayî destketiyên Kurdan e. PDK her roj li her derê amade ye ku bi dijminên Kurdistanê re hevdîtinan bike, lê ji bo xebatên yekîtiya netewî ti gavan navêje.”

Aydar îşare bi rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî kir û anî ziman: “Ji bo ku serê gel tevlîhev bikin û nakokiyan çêbikin, ew xwe dixapînin, wa ye niha em şehîdên Rojhilat jî bi bîrtînin, ew bîranîn nîşana girîngîdayîna Tevgera Azadî ya ji bo her çar beşên Kurdistanê ye. Tevayî xebat û tekoşîna me jî ji bo jiyanek azad, birûmet û azadkirina Rêber Apo ye.

Ji berku hebûna Serok APO, hebûna Kurdê Azad e. Mezinkirina banga ‘Dem dema azadiya Rêber Apo’ ye, pêwîst e her kes bi awayek çalak beşdarî vê pêngavê bibe û vê pevajoyê bigihînin encamê.

Piştî axaftinan hunermendên Tev-Çand a Swêdê stranên li ser cangoriyan pêşkêşkirin. Merasîma bîranînê bi dirûşmeyen ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.