CÎK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga berxwedana topyekûn kir

CÎK’ê, hevkariya PDK’ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê weke xiyanet pênase kir û bang li civaka Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê li her qadên jiyanê helwestê nîşan bide.

HELWESTA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên nû yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kir.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Gelê Kurd civakeke ku di tevahiya dîroka xwe de ji bo aştî, edalet û azadiyê têkoşiyane. Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên ku di demên dawî de dike, sivîlên bêguneh ên li herêmê hedef digire û rê li ber êşên mezin vedike. Ev êrîş bi eşkere hewldaneke dagirkeriyê û êrîşa li dijî vîn, ax û mafê jiyanê ya gelê Kurd e.

Em van êrîşên bêhiqûq ên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Xwedayê Mezin di Quranê de wiha ferman dide, ‘Eger kî canekê bigre, weke ku mirovahî kuştî be. Kî canekî rizgar bike, dibe weke ku hemû mirovahiyê rizgar kiriye.’ Ji ber vê yekê rabûna li dijî van êrîşên ku jiyana mirovên bêguneh dixe talûkeyê, pêwîstiya mirovahî û baweriyê ye.

Operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi tevahî li dijî nirxên Îslamî ye û heram e. Em civaka Kurd li dijî van êrîşên nerewa, helwesteke zelal raber dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê dagirkeriyê li ser bingeha rêgezên aştî û edaletê ya Îslamê bidomînin. Em ê bi rêyên aştiyane û hiqûqî li dijî van neheqiyan li ber xwe bidin. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku li dijî vê zilmê rabin û di çarçoveya edalet û mafên mirovahiyê de berpirsyariyê bigirin.

Her helwesta hevkariyê ku li hember ziyanên gelê xwe bêdeng dimîne û piştgiriyê dide dijmin, darbeya li dijî yekîtiya civaka Kurd e. Xiyanetên bi vî rengî tu car nayên qebûlkirin û di bîrê gelê Kurd de weke lekeyeke reş bimîne.

Em bang li hemû cîhanê dikin; Em civaka Kurd heta dawiyê li dijî vê dagirkerî û zilmê li ber xwe bidin. Têkoşîna me ya ji bo heq û edaletê dewam bike. Em civaka Kurd li her derê ku em lê ne, li dijî vê êrîşa dagirkeriyê û têkiliyên hevkar rabin.”