Bûlgaristan û Romanya ketin nava Schengenê

Bûlgaristan û Romanya piştî sekna ji 13 salan bi 31'ê Adarê re ketin nava herêma Schengenê. Ji bo van herdu welatan wê kontrolên sînor ên hewayî û deryayî bêne rakirin, danûstandinên li ser sînorê bejahî jî wê piştre bêne kirin.

Romanya û Bûlgaristan bi dema herêmî nîvê şevê (GMT 22:00) bi rengekî fermî ketin nava herêma gera serbest.

Kontrolên li rêyên bejahî wê vê gavê di meriyetê de bimînin. Ji ber tirsa pêla penaberan, bi vetoya Awûstûryayê re kotnrolên li ser sînorên bejahî nayên rakirin.

Li gel endametiya qismî ya bi rêyên hewayî û deryayî sînorkirî, gava hatiye avêtin weke gaveke xurt a sembolîk tê dîtin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Ji bo herdu welatan serketineke mezin e."

Ûrsûla von der Leyen got, "Ji bo herêma Schengenê ku qada herî berfireh a gera serbest a cîhanê ye, kêliyeke dîrokî ye. Em bi hev re ji bo welatiyên xwe Ewropayeke xurt û yekbûyî ava dikin."

Yekîtiya Ewropa demeke dirêj e kiryarên nebaş û dersînorkirinên neqanûnî yên li dijî koçberan ên li Bûlgaristanê ji nedîtî ve tê. Lê belê berevajî binpekirinên mafên mirovan Ûrsûla von der Leyen pesnê 'encamên bêhempa' yên li Bûlgaristanê dide.

Bi vê tevlîbûna nû re herêma ku sala 1985'an ava bû wê êdî ji 29 endaman pêk were.