Botan: Divê heyetek biçe Îmraliyê
Parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan got ku, “Daxwaza Leyla Guven, daxwaza gelê Kurd e” û xwest ku bila tecrîd were rakirin.
Parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan got ku, “Daxwaza Leyla Guven, daxwaza gelê Kurd e” û xwest ku bila tecrîd were rakirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina berxwedana Leyla Guven didome.
Parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan îro hat serdana konê çalakiyê yê li Kolnê.
Botan li vê derê daxuyanî da û got ku, “Daxwaza heval Leyla, daxwaza me ye. Heval Leyla di greva birçîbûnê de ketiye pêvajoyeke xeternak.”
Botan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina daxwazên gel û bangî rêxistinên mafên mirovan kir ku bila dengê xwe bilind bikin.
Botan bal kişand ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê îro dîktatorî heye û got ku, “Polîtîkayên Erdogan, polîtîkayên qirkirinê ye. Li hemberî vî tiştî berxwedana ku Leyla Guven daye destpêkirin îro li her dera Kurdistan û Ewrûpayê belav bûye. Divê CPT û YE xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin, ji ber vê jî divê heyetek biçe Îmraliyê. Heke ev tişt pêk neyê, serdemeke tarî wê li pêşiya Tirkiye û gelê Kurd be.”