Bi wesîleya salvegera 20’emîn a KNK’ê semînerek hate lidarxistin

Bi wesîleya salvegera avabûna KNK’ê ya 20’emîn li Den Haagê semînerek hate lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera avabûna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 20’emîn li Den Haagê semînerek hate lidarxistin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê kes û sazî tevlî semînerê bûn. Çalakgerên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên li Den Haagê jî di semînerê de axivîn.

Endamê Konseya Rêvebir a KNK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ji bo têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê bi ser bikeve divê yekîtiya hêzên siyasî û leşkerî yên li parçeyên Kurdistanê pêk werin.

Aydar bal kişand ser vî tiştî ku avakirina dîplomasiya hevpar, parastina hevpar û çanda hevpar ji bo yekîtika neteweyî hewce ye û got ku “Ev cihêtî divê xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bike. Zimanê zikmakî faktora sereke ya yekîtiya neteweyîye.”

Nesrîn Abbas jî piştî Aydar axivî û diyar kir ku divê di tevgerekê de îdeolojiyek pêk were û got ku “Di nav PKK’ê de Rêber Apo têkoşîna jinan dike bingeh. Bi vê re jinên Kurd di her qadên jiyan û têkoşînê de rolek wergirtin. Bi vî awayî guherîna civakî û veguherîn bi awayê erênî bi pêş dikeve.”