‘Bi tecrîdê heyfa 15’ê Tebaxê tê hilanîn’

Hevserokê CDK-Ge’yê Mehmet Latîf Çelebî li çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber NY’yê berdewam e, axivî, got: ‘’29 meh in tu agahî ji Rêbertiya me nayê wergirtin. Ev tiştekê nemirovî yê li dijî hiqûqa navneteweyî ye''.

Çalakiya Kurdistaniyan a ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rabûna tecrîdê ji ser li ber avahiya NY’yê berdewam e.

Ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin.  

Di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de ku pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê ye, bi deqeyekê rêz hat girtin û daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî ku li çalakiyê axivî, anî ziman ku bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd dest pê kiriye, hêviya azadiyê li Rojhilata Navîn çêbûye û wiha got: ‘’Em rû bi rûyê feraseteke wisa ne ku dixwaze heyfa Pêngava 15’ê Tebaxê hilîne.’’

Çelebî bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Di serî de Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY), rolê saziyên Ewropayê di pêkanîna tecrîdê de, cardin derket holê. Di şexsê Rêber Apo de rabûna li ber tecrîda berpêyî gelan û xwestina azadiya Rêber Apo, di serî de gelê Kurd, xwestina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e.’’

Piştî axavtina Çelebî, Kurdistaniyan berê pişta xwe da NY’yê û dest bi çalakiya rûniştinê kir.