Bi sedan kes li Marsîlyayê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan Kurdistanî, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlyayê daketin qadan û bi dirûşmên "Em hemû Ocalan in" û "Erdogan kujer e" meşiyan.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Girseya gel danê nîvro li meydana Canebîereyê li hev civiya û dirûşmên "Erdogan kujer e", "Azadî ji Ocalan re" û "Em hemû Ocalan in" qîriya. Çalakger piştre bi wêneyên mezin ên Ocalan û Leyla Guven dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de berxwedana greva birçîbûnê hate silavkirin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê hate kirin ku tavilê biçe Îmraliyê.

Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û ji mirovên li derdorê re hate ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qetil bike.

Di dawiya meşê de li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin.

Qisekeran bal kişandin ser gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kirin, Kurdên li Ewropayê wê li pêşberî komkujiyên li Rojava û Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û li her qadê berxwedana xwe mezin bikin.