‘Bi ruhê Yekîtiya Netewî Newrozê pîroz bikin!’

Komîteya Newrozê: Li dijî dagirkerî, qirkirin û faşîzmê bi ruhê berxwedan û Yekîtiya Netewî Newrozê pîroz bikin.”

Ji bo pîrozkirina Newrozê saziyên Kurdî û kesayetên Kurd hatin ba hev. Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Newrozê ve hate kirin ev hate gotin: “Bi dehan partiyên siyasî û nûnerên tevgeran ên ji çar parçeyên cihê yên Kurdistanê hatin li Kolnê ji bo rojeva Newrozê civiyan. Di civînê de di serî de li ser bûyer û pêşketinên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê rû didin, li ser gelek mijaran hatin rawestandin.

‘POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERIYÊ TÊN VALADERXISTIN’

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Xebatên li ser bingehê ruhê Yekîtiya Netewî li gelek qadan gihiştine astên baş. Berxwedana xwedîderketinê ya li dijî êrîşên TC’ê ya di serî de li Rojava Kurdistanî yên li Rojhilat, Bakur, Başûr û derveyî welat bi ruhê yekîtiya netewî raber kirî, polîtîkayên qirker ên mêtingeriyê heta astekê hatiye valaderxistin.

Yekîtiya Netewî yek ji daxwazên gelê me yên li çar parçeyên Kurdistanê ye. Di vî alî de xebatên tên kirin destekekî mezin digirin û bi coş tên pêşwazîkirin. Konserên yekîtiya netewî ya hunermendan, meşên yekîtiya netewî ya Lozan-Cenevre, îtifaqa siyasî ya 9 partiyên li Bakurê Kurdistan pêk anî, Platforma Zimanê Kurdî, peymaên Herêmên Xweser ên li Rojava û boykotkirina malên TC’ê ya li Başûrê Kurdistanê sekna gelê me ya netewî ya li dijî mêtîngeriyê nîşan daye."

‘YEKANE RÊ YEKÎTIYA NETEWÎ YE’

Gelê Kurd ku di demeke kritîk û dîrokî re derbas dibe ji bo li dijî dagirkeriyê hebûna xwe biparêze yekane rê avakirian yekîtiya netewî ye. Dibe fikir, îdeolojî û baweriya me cuda be; lê em gelê Kurd ji bo parastina ziman, çand, erdingarî û hebûna dîrokê, pêşketina wê berpisyariyeke exlaqiye ku dikeve ser milê me hemûyan. Divê ev nirxên bingehîn li ser nirxên partiyan re bin û bibin nirxên hevpar yê netewa me.

Li dora van nirxan, li dijî hemû êrîşên dagirkerî û mêtîngeriyê weke netew ji bo parastina destkefiyên Kurdistanê divê em bi yekîtiyê li dijî êrîşan rawestin. Di rewşeke bervajî de ji aliyê zordestên mêtinger ve di sed daeke din de jî wê hemû mûameleya diji mirvahiyê li gelê me were kirin.

‘EM Ê BI RUHÊ BERXWEDANA HEVPAR PÎROZ BIKIN’

Bi vê zanebûnê li dijî hemû metirsiyên ku qirkirina netewa Kurd jî nav de em bi mîlyonan Kurdên li Ewropayê dijîn, di encama civîna bi nûnerên sazî û partiyên fikrên cûda re me biryar da ku bi rûhê berxwedana hevpar agirê Newrozê li Ewropayê pêbixin.

Komîteya Newrozê serî de navenda Elmanya Newroza Frankfûrtê jî nav de her derê Ewropayê bi hevre wê pîrozbahiyên Newrozê organîze bikin. Komîteyên ku li welat û derên din hatine avakirin wê bi dirûşmeya “Bi Agirê Newrozê Faşîzmê û Dagirkeriyê Têkbibin, Yekîtiya Netewî Ava Bikin!' bi beşdarbûan bi sed hezaran re Cejna Netewa Kurd Newrozê bi hevre em ê pîroz bikin.”