Bi rojeva 'Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd' wê konferans bê lidarxistin
"Ocalan û çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka Kurd" wê li konferansekê bê nîqaşkirin ku ji gleek welatan wê kesayet tevlî bibin.
"Ocalan û çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka Kurd" wê li konferansekê bê nîqaşkirin ku ji gleek welatan wê kesayet tevlî bibin.
Konferansa bi sernavê "Ocalan û rêya çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka Kurd" wê li ser înternetê bê kiirn û Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî di nav de gel kes wê tevlî bibin.
Konferans wê îro êvarê li gorî dema Îngilistanê saet di 18:30'î de li ser bernameya Zoomê pêk were û endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê tevlî bibin. Li gel Ogmundur Jonasson, ji saziya bi navê UNITE the Union Clare Baker, ji sekreterên berê yên sendîkaya mamosteyan a Brîtanyayê Barones Christine Blower û ji namzetên parlamenteriyê yê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (NSP) siyasetmedara Kurd Roza Salih jî wê li konferansê biaxivin.
Di konferansa online de ku endama Komîteya Aştiyê ya Kurdistanê û parêzer Melanie Gingell wê moderatoriyê jê re bike, hevdîtinên ku Delegasyona Îmraliyê kiriye wê bên nirxandin. Her wiha bûyerên dema dawî û pêşniyarên çareseriyê jî wê bên nîqaşkirin.