Bi hezaran li Swîsre meşiyan: Ji bo Rojava rabin ser piya’

Bi hezaran kesên li Basel a Swîsreyê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê meşiyan, nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk da û banga xurtkirina piştevaniya bi Rojava re kir.

Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşengtiya Komîteya Rojava li navenda bajarê Basel a Swîsreyê meş û mîtîngek hate kirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên di saetên sibê de li Basel Thaetrplatzê kom bûn, dirûşmên ‘Gelê cîhanê ji bo Rojava rabin ser piya’, ‘Terorîs Erdogan’ û ‘Her der Rojava her der berxwedan’ qîr kirin.

Di meşê de ku ji her reng û beşên civakê tevlî bûn de hate diyarkirin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. Her wiha di tevahiya meşê de jî belavokên balê dikişînin ser êrîşên qirker û dagirker ên dewletaa Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Piştî meşê mîtîngek hate kirin û li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hate kirin. Di axaftinan de bal kişand ku dewleta Tirk dixwaze Şoreşa Rojava tine bike, bang hate kirin ku divê gelê cîhanê bi ruhê kobanê li dijî dagirkeriyê rabe. Hate gotin ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk bêdengbûn tê wateya hevkariyê. Divê saziyên navneteweyî dev ji fikaran berdin û bikevin nava tevgerê.

Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hate berzkirin.

Li aliyê din wê di saetên şevê de li Baselê ji bo girîngiya Şoreşa Rojava û bal bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker wê rêze çalakî bên kirin.