Bi hezaran Kurd li Stûttgartê ji bo Guven meşiyan

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi hezaran kes ji bo xwedî li berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê derbikevin çalakiyek lidar xistin.

Çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd ev 73’ê roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye dewam dikin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê nêzî 2 hezar kes li Lagerstrabeyê hatin ba hev û bi qasî 3 kêlometreyan meşiyan û li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek kirin.

Dowîz û pankartên daxwazên Leyla Guven daxwazên wan in li ser hatin bilindkirin û bê navber dirûşim hatin qîrkirin.

Çalakiya bi pêşengtiya Jinên Ciwanên Azad û Tevgera Şoreşgerên Azad hate kirin, 2 ciwan hatin destgîrkirin. Li ser nerazîbûnan ciwanan ya heta ku ciwan neyên berdan wê çalakiya xwe bidomînin, ciwanên hatibûn destgîrkirin hatin berdan.

Girse bi dirûşman çalakiya xwe bi dawî kirin.