Bi hezaran kesan li Swîsreyê bang kirin: PKK azadiya me ye!

Bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê li hev civiyan.

Bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê li hev civiyan. Li eywana pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê, alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Ji gelek bajarên Swîsreyê gel hatin pîrozbahiyê.

Di pîrozbahiyê de nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker hate nîşandan û bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê yekîtiya neteweyî pêk were.

Hevserokên Navenda Civakî ya Demokratîk a Swîsreyê Songul Aslan û Mehmet Alî Şîmşek bal kişandin ser deskeftiyên gelê Kurd ên ku bi saya PKK’ê pêk hatiye.

KARTAL: PKK AGIRÊ AZADIYÊ YÊ GELÊ KURD E

Hevserokê Kongra-Gelê Remzî Kartal di çalakiya pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku PKK agirê azadiyê yê gelê Kurd e. Kartal got ku “Îro hemû cîhan qala paradîgmaya PKK û Rêber Apo dike. Gelên ku PKK pêşengiya wan dike, îro jiyaneke azad dixwazin. Ji ber vê jî gelên derdora Şoreşa Rojava kom bûne, li hemberî dagirkeran şer dikin. Çi dibe bila bibe, divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin.”

Kartal bal kişand ser boykota malên Tirkan û got ku “Divê em vê boykotê li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê pêk bînin.”

Di çalakiya pîrozbahiyê de Xelîl Xemgîn, Nûarîn, Arya Şahîn,Rodî û Koroya Zarokan a Navenda Çandî ya Medê derketin ser dikê.