Bi hezaran bi yek dengî gotin, xwedî li berxwedêran derkevin-NÛ BÛ

Siyasetmedarê Kurd  Hatîp Dîcle yê di mîtînga Kolnê de axivî, diyar kir ku hestyariya siyasî ya civakî zêde bûye, di vê pêvajoya hilbijartinê de dem hatiye ku gel li dijî faşîzmê bikeve nava tevgerê.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi banga ‘Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînin’ bi hezaran kes piştî meşê mîtîngek lidar xistin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di axaftinên li ser navê AvEG-Kon’ê hate kirin, hate diyarkirin ku rakirina tecrîdê, hilweşatinda faşîzmê wê rêya demokrasiyê vebin.

Di axaftinên ku berxwedêrên grevan hatin silavkirin de, bal hate kişandin ku divê hê zêdetir xwedî li berxwedêrên grevan bê derketin. Hate gotin ku wê çalakî bidomin.

Dîsa hate gotin ku divê her kes cihê xwe di berxwedanê de bigire û têkoşînê bi hêz bike.

Di axaftinên li ser navê ATÎK’ê de jî hate kirin, berxwedêrên grevan hatin silavkirin û ev tişt hate gotin: “Berxwedana wan berxwedan me ye” provakasyonên polîsan hatin şermezarkirin.

Di axaftinê de hate diyarkirin ku tecrîd  wê bi hevkariya civakê û demokrasiyê bê şikandin û ev tişt hate gotin: “Ji bo vê divê em hê zêdetir li qadan û di nava çalakiyan de bin. Tecrîd, êşkence der mirovî ne. Hevdîtina kesekî ya bi parêzer û malbatê re mafekî herî xwezayî û demokrasî ye. Tecrîda li ser Ocalan tê kirin, tê wateya binpêkirina mafê demokrasiyê ya herî bingeîn.

Di axaftinên li ser navê Platforma ji Nû ve Avakirina Dersimê jî ev tişt hate gotin: “Tecrîda li ser Ocalan tê kirin, der mirovî ye.”

Di axaftinên li ser navên Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) hate kirin jî, hate gotin ku ji dîrokê ve polîtîkayên dewleta Tirk her bûye ku Kurdan ji nedîtî ve bê û tine û bihelînin.

PKAN bang kir ku sibe direnge niha bikeve tevgerê hate kir.

DÎCLE: POLÎTÎKAYÊN NAZIYAN ÊN DI SALA 1930’AN DE NIHA LI TIRKIYEYÊ HENE

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê rewşa zilma Naziyan a di sala 1930’an de heye. Îcle got ku “Mixabin civaka Tirkiyeyê jî wekî civaka Elmanyayê ya di salên 1930’an de hatine pûçkirin.  Hemû taktîkên Wezîrê Propagandayê yê Hîtler, Joseph Goeebbels îro li Tirkiyeyê didome. Heke gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ji van polîtîkayan re nebêjin êdî bes e, piştî 31’ê Adarê ew ê krîzeke mezin pêk were.”

Dîcle bal kişand ser vî tiştî ku perspektîfên Rêzdar Ocalan ên 20 salên dawîn rêya azadiyê nîşanî gelê Kurd, Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn daye. Dîcle got ku, “Rêzdar Ocalan di hevdîtina dawîn de jixwe peyam da û diyar kiriye ku ji min zêdetir gel û civak di tecrîdê de ne, heke hûn tecrîda li ser xwe bişkînin wê tecrîda min jî were şikandin.”

‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ ŞIKANDINA FAŞÎZMÊ YE’

Li ser navê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê Ayvaz Ece jî peyamek şand. Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin: “Heta ku em encamê bistînim, wê berxwedana me bidome. Em bang li hemû saziyên rayedar û eleqedar dikin ku divê têkevin nav hewldanan. Heke tiştek bi hevalekî me were, berpirsê van tiştan AKP, MHP û saziyên têkildar in.”

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Kasselê Cemal Kobanê jî diyar kir, heta ku ew encamê bistînin wê berxwedana xwe bidomînin.

Dîlan Koç peyama berxwedêrên grevê xwend

“Hebûna we ya li vir ez pir kêfxweş kirin. Min ji bo Parlementoya Ewropayê nameyek şand, lê ti bersivek nehat. Sedema me ya ketina grevên birçîbûn, nebihîstina hemû cîhanê ya ji bo me, nedîtina wê neguhdarkirina wan e. Em naxwazin xebera mirinê bibihîsin. Dayik û bav ji bo zarok negirîn di grevê den e. Em ê 12’ê Adarê li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakiyekê bikin.”

Li ser navê YJK-E’yê jî Yildiz Fîlmcî axivî û Ûgûr Şakar ê bendena xwe dabû ber agir bibîr xist û got: “Daxwaza Ûgûr rakirina tecrîdê bû. Hê jî li nexweşxaneyê li ber xwe dide. Bi hêviya ku rewaş wî baş bibe. Em tevgara jinên Kurd CPT’ê hişyar dikin dibê tavilê bi erka xwe rabe.”

Mûtefa Tûzak ê ji aliyê polîsan ve hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan jî axivî. Tûzak got faşîzim li her derê ye. Tûzak bi domdarî got: “Hemû cîhanê nekarî faşîzma AKP-MHP’ê rawestîn e, lê em ê rawestînin. Zîlan û Bêrîvan ji bo gelê Kurd xwe fedakirin, ez jî heta dawî wê berxwedana xwe bidomînim.  Yekan e daxwaza me heye ew jî rakirina tecrîdê ye.”