Li Kolnê bi hezaran kesî dest bi meşê kirin

Bi armanca piştevanîkirina bi berxwedêrên grevên birçîbên re yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dane ber mirinê, bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ dest bi meşê kirin.

Bi armanca piştevanîkirina bi berxwedêrên grevên birçîbên re yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dane ber mirinê, bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ dest bi meşê kirin.

Bi herzaran Kurdistanî û dostên wan ên ji çar aliyên Elmanyayê di saetên sibê de berê xwe dan Kolnê, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest bi meşê kirin.

Girse bi dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ ber bi qada ku wê mîtîng lê bê kirin ve meşiyan.

Di meşê de KCDK-E, NAV-DEM, FCDK, FED-MED, Hewldana Mereşê, AVEG-KOM, PKAN, ATÎK, YJKE, FEDA, Partîzan, SKB, YS, Agîf, Alinterî, MLKP, HDBHû çalakvanên grevên birçîbûnê yên li Nûrnberg, Dûîsboûrg, Kasel û malbatên wan jî amade bûn.

Mûstefa Tûzak ê polîsan destgîrkiribûn hê nehatiye berdan, malbatên çalakvanên Ewropayê di rêzên pêş ên meşê de bi pankartan cih digirin.

Pişt wan jî pankartên berxwedêrên di grevê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê cih digirin.

DÎLAN KOÇ: EM Ê BI SER KEVIN

Keça Yûksel Koç ê di grevê de ye Dîlan Koç ji ANF’ê re axivî û got: “Em malbata Yuksel Koç li vir in. Ez keç, xuşka Yuksel Koç, hevjîn û hemû Kurdistanî û malbat ji bo destkeê li vir in.

Em bi hêvîne em ê bi ser bikevin. Em ê di hemû çalakiyan de cihê xwe bigirin.”

Piştre girse bi dirûşman ketin qada mîtîngê.