Bi deh hezaran kes li Parîsê gotin Rojava

Li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kesên ji bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan, bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Li ser banga Platforma Defend Rojava li Qada Repûbîqûeyê çalakî saet 15:00’an destpê kir. Bi hezaran kesên herikîn qadê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk dirûşma ‘Terorîst Erdogan’ qîr kirin.

Nûnerê Tikiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ê bi rêya telefonê di mîtîngê de xîtabî gel kir got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Rojava dixwaze demografiya herêmê bide guhertin. Divê hûn gelê me û dostên me yên li Ewropa yê zêdetir xwedî li Rojava derbikevin û pêşiya dagirkeriyê bigirin. Bijî berxwedana gelê me û berxwedan bi ser bikeve.”

Çalakvanên ku sirûdên berxwedanê yên TEV-ÇAND’ê qîr kirin, Êlek Zer jî ketin qadê û destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de Nûnerê Weqfa Danîelle Mîtterrand Jeremîe Chomotte, li ser navê Partiya Komunîst a Fransa Pascal Torre, li ser navê PYD Fransa jî Xalit Îsa axivîn. Di axaftina de banga baykotkirina berhemên Tirkî hate kirin û ev hate gotin: “Divê em gelê Kurd ê bi berxwedana Kobanê çeteyên dijminê mirovahiyê têk birin bi tenê nehêlin. Divê welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî dagirkeriyê gavên şênber bavêjin. Em ê her tim li gel gelê Kurd bin. Em rê nadin faşîzma Erdogan.”

Di meşê de belavokên dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk vedibêjin hatin belavkirin û banga hê xurtir xwedîderketina li Rojava hate kirin.