BI DÎMEN

Bi deh hezaran kes li Marsîlya meşiyan: Ji Rêber Apo re azadî!

Meşa "Ji Rêber Apo re azadî" ku li başûrê Fransayê bi 158 kesan dest pê kir, di roja xwe ya 3’emîn de bi kombûna bi hezaran kesî bi dawî bû.

Meşa 3 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li başûrê Fransayê bi 158 kesan destpê kir, di roja sêyemîn de veguherî civîna bi hezaran. Kurdistaniyên ji Dragûîgnan, Toulouse, Bordeaûx û Montpellîerê bi meşê re pankarta "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu" û alên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî” hatin berzkirin û deklerasyonek bi zimanê Fransî hate xwendin. Girseya gel beriya ku bigihêje qada Vîeûx Portê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Kolanên Marsîlyayê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Li qadê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Siyasetmedar Cuma Tak xîtabî girseyê kir û got: “Em dibînin ku di vî warî de em kêm nebûne, berovajî em zêde bûne. Gel li Rêberê xwe xwedî derdikeve. Werin em ji vir silavên xwe ji Rêber Apo re bişînin. Dijminê me her cure tiştên qirêj dike û dê bike jî. Ew dê çeken kîmyewî jî bi kar bîne û êrîşî nirxên me jî bike, lê divê em ji xwe bipirsin; Em ê çi bikin, em ê çawa li ber xwe bidin? Divê em vê yekê bipirsin. Dema ku Rêberê me dîl girtin 65 ciwanan bedena xwe dan ber agir. Gotin, hûn nikarin roja me tarî bikin! Ji wê rojê ve gel bi Rêbertî re li ber xwe dide û diparêze. Gerîla li Zap, Metîna û Avaşîn derbên mezin li dijmin dide, gerîla berpirsyariya xwe bi cih tîne. Roj roja azadiya Rêbertî ye. Divê em weke gerîlayên xwe berxwedanê mezin bikin û Serok Apo azad bikin.”