Berxwedêrên Strasboûrgê: Bêdeng nemînin!

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakgerên ku 67 roj in ji bo rakirina tecrîdê bang li jin, ciwan, partiyên Kurdistanê kirin ku bila têkevin nav tevgerê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 17’ê Kanûnê û vir ve 14 çalakger li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Çalakger bal dikişînin ser vî tiştî ku ji bo rakirina tecrîdê divê saziyên wekî CPT têkevin nav hewldanan.

Çalakgerê greva birçîbûnê Mûstafa Sarikaya diyar kir ku tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye asteke krîtîk û got ku, “Vê çalakiyê diyar kir ku em bersivê didin pêwistiyên demê. Çalakger dixwazin govenda jiyanê li dar bixin, dixwazin jiyanê rizgar bikin. Ev jiyan jî divê bi Rêbertî be û bi rûmet be. Armanca me şikandina tecrîdê ye lê armanca me ya sereke azadî ye û ev jî bi azadiya Rêber Apo dikare pêk were. Êdî divê her kes li dora van çalakiyan bibin xeleq. Vê çalakiyê astek derxist holê. Em dibînin ku em dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin. Di vê serdemê de divê em agirê serhildana ku heval Leyla Guven daye vêxistin, li her derê geştir bikin.Me biryardariya xwe ji 14’ê Tîrmehê ji Mazlûm Dogan û ji Sakîne Cansiz wergirtiye. Ev giyanê berxwedanê wê teqez bi ser bikeve.”

NÛRGUL BAŞARAN: ROLA PÊŞENGTIYÊ YA JINAN E

Çalakger Nûrgul Başaran jî diyar dike ku divê jin rola pêşengtiyê pêk bînin û got ku, “20 sal ji ser komploya li ser Rêbertiya me derbas bû û di 3 salên dawîn de tecrîdeke mezin heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê em li Strasboûrgê 67 roj in, di greva birçîbûnê de ne. Biryardariya me ya ji bo şikandina tecrîdê didome. Ji bo vê jî divê her kes dakevin qadan. Divê em zextan li saziyên wekî CPT û Konseya Ewropayê bikin. Herçiqas îro bedena me dihele jî, hezkirina ji azadiyê jî ewqasî zêde dibe, îrade xurt dibe. Li ser vî esasî divê êdî tecrîd were rakirin.

BOKANÎ BANG LI PARTIYÊN KURDISTANÊ KIR

Siyasetmedarê ji Rojhilatê Kurdistanê û Endamê KNK’ê Kardo Bokanî yê ku ew jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bang li partiyên Kurdistanê kir. Bokanî got ku, “300 siyasetmedarên Kurdistanê dest bi çalakiyekê kirine û çalakiya me di asteke krîtîk de ye. Dibe ku şehadetek pêk were. Hêzên demokrasiyê û dostên me yên li Ewropayê piştgiriya me dikin lê hêzên Kurdistanê û partiyên din hê dengê xwe nekirine. Em bang li wan dikin ku divê werin vê derê û divê hemû partiyên Kurdistanê piştgiriya xwe diyar bikin.

SURGUT: DIVÊ CIWAN DAKEVIN QADAN

Çalakger Denîz Surgut ê ku parêzer e jî diyar kir ku bi geşkirina têkoşînê wê berxwedan bi ser bikeve. Surgut got ku, “Tendirustiya hin hevalên me, hatiye asta krîtîk. Em di nav xwe de qala rewşa xwe ya tendirustiyê nakin, ji ber ku me ev dabû ber çavê xwe. Di vê pêvajoyê de ciwan dikarin roleke pêşeng pêk bînin. Em îro di roja 67’an de ne. Ev çalakiyeke fedaiyane ye. Ji ber vê jî divê seferberiyek were kirin. Divê ciwan bi giyanê seferberiyê dakevin qadan.”