Berxwedêrên li qada Şehîd Şahîn: Em ê serketinê diyarî gelê xwe bikin

Gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn gotin, "Li gel zor û zehmetiyan jî em ê serketinê teqez diyarî gelê xwe bikin. Gelê me hêjayî vê serketinê ye."

Gerîlayên li herêmên Zap û Avaşînê ji bo karibin dijmin ji hev bixîne û têk bibe, her roj bi rêbazên cuda çalakiyan dikin. Di 24'ê Gulanê de ku roja 38'an a êrişên dagirkeriyê ye, em bi gerîla re li dora amûra ragihandinê ku jê re 'cîhaza mezin' tê gotin, kom bûne û li rewşa şer guhdarî dikin. Gerîlayên li qada berxwedanê ya Şehîd Şahîn di çeper û tunelan de şer dikin, diaxivin. Her kes bi baldarî li wan guhdarî dike, di heman demê de van notên ku di dîrokê de cih digirin dinivîsînin. Ev nivîskarên dîrokê yên bi rûmet manîfestoyeke berxwedanê û biryardariyê ji mirovahiyê re dihêlin. Careke din radixin pêş çavan bê êriçên bi çekên kîmyewî, teqîn û bombardûmanên bêhejmar ên dewleta Tirk a dagirker çawa pûç dikin. Gerîlayên li tunelên şer bi dengekî geş dibêjin ku heta serketinê misoger bikin wê nesekinin:

'EM DEYNDARÊ GELÊ XWE NE'

"Bi navê Berxwedêrên Qada Şehîd Şahîn, em hevalên ku li Şikefta Birîndara, Kurojahro, Çiyareş, Werxelê û hevalên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de destanan dinivîsînin ji dil û can silav dikin û serketinên hîn mezintir ji wan re dixwazin. Em gelê xwe yê welatparêz bi rêzdarî silav dikin ku ji bo gerîla şev û roj li ser piyan e û ji dil bi gerîla re ye. Ev sekna gelê me ji bo me çavkaniyeke mezin a moralê ye. Weke zarokên vî gelî em gelek tiştan deyndarê gelê xwe yê hêja ne. Weke zarokên vî gelî em soz didin; şert û merc çi dibin bila bibin, zor û zehmetî çi dibe bila bibe em ê serketinê teqez diyarî gelê xwe bikin. Gelê me hêjayî vê serketinê ye.

AGIRÎNERIYA GERÎLA XURT BÛ

Em xwedî Rêberê xwe ne, xwedî gelê xwe yê hêja ne, xwedî şehîdên xwe ne. Çavkaniya me ya hêz, îrade û moralê kûr e. Ji niha ve serketiyê vî şerî diyar bûye. Rêbertî dibêje, 'Leşkerî karekî şerefê ye, lê belê dewletên mêtinger ji vê şerefê bêpar in'. Hêza ku îro li Zap û Avaşînê li hemberî me şer dike leşkerên Tirk nîne; hêza NATO'yê ye. Ji ber ku ji gerîla ditirsin, cihê ku lê bi cih bûne bi keşif, drone, mobesse, sîstema alarmê, sensor û radarê dorpêç kirine. Bi vî rengî dixwazin xwe biparêzin. Di heman demê de li tunelên şer jî teqînên mezin dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Kamera û feneran bi serê heywanan (bi taybetî kûçikên çar ling) ve dikin û wan dişînin nava tunelên şer. Di gelek tunelên şer de ji ber ku derbên giran xwarin gelek kuştî dan. Nikarin cenazeyên xwe jî bibin, lewma cenazeyên xwe ji zinaran diavêjin. Lewma li tunelên şer çekên kîmyewî û bi her cûreyî gazê bi kar tînin. Bêguman afirîneriya gerîla xurt bûye ku li hemberî van dikare tedbîran werbigirin.

LI VÊ DERÊ BI ÇEND CÛREYAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊNE BIKARANÎN

Em li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li tunelên şer li dijî her cûre êrişan li ber xwe didin. Dijmin li vê derê çend cûre gazên kîmyewî bi kar tîne. Cihêreng e. Weke belge jî dîmen di destê me de ne. Dema ku heval diçin û tên bi kincên wan, bi porê wan ve dizeliqin. Em jî li gorî derfetên xwe li hemberî van tedbîrên xwe digirin. Ji bo me Apoyiyan şert û merc çiqasî zehmet bin, derfet çiqasî kêm jî bin em zanin ku li siberojên azad Rêberê me û gelê me li benda me ne. Ev rewş ji bo me zor û zehmetiyan hemûyan ji holê radike. Em silavê hevalan werdigirin û dixwazin bêjin ku ev rewş coş û moraleke hîn mezintir dide me.

EM Ê HEWL BIDIN BERSIVÊ BIDIN

Em ê careke din hewl bidin bersivê bidin hest û silavên hevrêyên xwe. Ji bo mirovên ku dilê wan 24 saetan ji bo azadiyê lê dide ev rewş qet ne girîng e. Em careke din dibêjin; serketiyê vî şerî ji niha ve diyar e, ew jî gerîla ye. Rêbertî û partiya me ji her demê bêhtir nêzî me ne, li gel me ne, di dil û mejiyê me de ne. Bi hêza ku ji Rêberê xwe werdigirin em li vir tevlî jiyanê û şer dibin. Em ji niha ve serketina gerîla li Rêberê xwe, gelê xwe yê hêja û hevrêyên xwe pîroz dikin."

EM Ê XWEDÎ LI HER GOTINEKE WE DERKEVIN

Gerîlayên li dora cîhazê li dengê berxwedan, biryardarî û serketinê yê ji Qada Şehîd Şahîn tê, guhdarî dikin. Û bi hev re vê gotinê dibêjin: "Em ê ji dil xwedî li her gotineke we derkevin."

Piştre jî gerîlayên li dora cîhazê bi tilîliyan silavê dikin. Gerîlayên hem li çeperên şer hem jî li tunelan û tîmên bi tevger destnîşan dikin ku bi îdîa û biryardariyeke mezin wê operasyonên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dewam bikin û heta serketinê nesekinin.