Berxwedêrên greva birçîbûnê wê 12'ê Çileyê li Parîsê bin

Çalakgerên greva birçîbûnê ku wê 12'ê Çileyê tevlî meşa li Parîsê bibin, gotin "Di bingeha Tevgera Azadiyê de jinên Kurd henen ku bi têkoşîna Sarayan mezin bûye." Çalakgeran banga tevlîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di roja 24'an de ye. Çalakgeran li ser salvegera şeşan a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek dan. Berxwedêrên greva birçîbûnê ragihandin ku wê tevlî meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê bibin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin. Gulîstan Îke bi navê çalakgeran daxuyanî da.

Gulîstan Îke diyar kir, ji roja destpêkê ve eşkere bû ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk û MÎT'ê ve hatiye kirin û got, "Helwesta dewleta Fransayê ku komkujiyê ronî nake, tê wateya şirîkatiya wê ya li sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk. Bi rêya komkujiyê xwestin bawerî û îradeya me tecrûbe bikin. Xwestin ku me ji eşqa têkoşînê ya Sakîne Cansiz, ji israra têkoşînê ya Rojbîn û ji hêviya paşerojê ya Leyla qut bikin. Xwestin têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bê nasname bihêlin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berevajî armancên komkujiyê, têkoşîna jinên Kurd li nava jinên li gelemperiya cîhanê deng veda û hate gotin, "Hevrêyên Sara, Rojbîn û Leyla têkoşîn mezin kirin. Dost û şopdarên wan, sînor ji holê rakirin. Mîna bûmerangê, komkujî li kiryaran vegeriya."

Gulîstan Îke bal kişand ser zîhniyeta kujer a dewleta faşîst û got, "Bajarên me xera kirin û şewitandin, ciwanên me bi saxî li jêrzemînan şewitandin, bedenên şervanên me yên jin ên şehîd teşhîr kirin, goristanên me xera kirin, bombeyên bi tonan li gerîlayên me barandin, welat veguherandin girtîgeheke mezin a servekirî û hewl dan tirsê berdin nava dilê civakê.

Niha jî hewl didin bi rêya zilm û zordariyê daxwaza herî însanî û demokratîk bitepisînin. Lê wê bi ser nekevin. Ji ber ku di bingeha vê tevgerê de Sakîne Cansiz heye ku tuf li rûyê celad kir, Hayrî Dûrmûş heye ku dema bedena wî di rojiya mirinê de diheliya digot 'ez deyndarê gelê xwe me', ruhê Kemal Pîr heye ku digot, 'Em gelekî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe feda bikin'. Xewn û xeyalên paşerojê yên bi dehan hezar şervanên jin û mêr hene ku çiyayên Kurdistanê kirine keleha berxwedanê. Hêza gel û şehîdan heye.

Wê nikaribin bi ser bikevin, ji ber ku bi dehan hezar milîtan û welatparêz hene ku ji Rêber Apo bawer dikin ê ku gelê Kurd ji nava qirkirinê rizgar kir. Gelên Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Tirkmen hene ku li ser şopa wî dimeşin. Gelên cîhanê hene ku pê bawer in, ancax paradîgmaya Rêber Apo dikare modernîteya kapîtalîst ji holê bê rakirin. Jinên Kurd hene ku têkoşîna Sara, Leyla û Rojbînê mezin dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Leyla Guven li Amedê 63 roj, Nasir Yagiz li Hewlêrê 50 roj, 156 girtiyên li zindana 25 roj, Îmam Şîş li Gallerê û ew 24 roj in di greva birçîbûnê de ne û hate gotin, "Bêguman ev zilm wê biqede. Qesr û desthilatdariya wan wê bi dawî bibin. Berxwedêr wê wê rojê bi serbilindî pêşwazî bikin.

Yên ku serê xwe li ber zilmê tewandine, yên ku bûne êsîrê tirsê, wê cihê xwe di nava rûpelên windayî de bigirin. Em ji wan kesan e ku dixwazin wê rojê bi serbilindî pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê em bi biryar in ku heta encamê bigirin, çalakiya xwe bidomînin. 12'ê Çileyê di meşa Parîsê de em ê tevî gelê xwe soza xwe dubare bikin. Em ê coşa berxwedana Strasboûrgê tevî Kurdistaniyên li Ewropayê li qada çalakiyan nîşan bidin."