Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb ê ku di 5’ê Tîrmehê de di êrîşa balefirên Tirk de şehîd bûbû li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Unal Dînar (Eren Karker Pasûr), Alan Omer (Rûbar Serhildan), Felat Kocakaya (Rizgar Tolhildan) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) yên ku di dîrokên cihê de şehîd bûbû, ew jî hatin bibîranîn.
Di bibîranînê de li ser navê malbatên şehîdan axaftin hate kirin û qala girîngiya şehîdan a di têkoşîna Kurdistanê de hate kirin.
EV BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE
Piştî bibîranînê siyasetmedarê Kurd Adil Botan axivî û got ku “Rêhevalên Rêber Apo ji 14’ê Tîrmehê û heta îro bi berxwedana xwe dîrokekê dinivîsin. Gelê Kurd dizane ku ev dîroka berxwedaneke 40 salan e. Nûnera PYD’ê ya li Ewropayê Zozan Dêrik jî diyar kir ku li Kurdistanê îro bi giyanê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê berxwedanek tê kirin.
EVRY
Li banlîyoya Evry a Parîsê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb û Mûrat Gunduz (Devran) û Şahîn hatin bibîranîn ên ku di 5’ê Tîrmehê de di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûbûn.
Mîthat Gunduz ê ku apê Mûrat Gunduz e, siyasetmedar Ahmet Kaya jî di bibîranînê de axivîn.
Di bibîranînê de Melek Erkek (Hîvda Avareş) jî hate bibîranîn a ku di 26’ê Hezîrana 2015’an de li Kobanê di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûbû.
FREÎBÛRG
Li Freîbûrgê jî Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb û berxwedêrên rojiya mirinê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û gerîlayê PKK’ê Huseyîn Akan (Serhat) hatin bibîranîn.
Di bibîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên meha Tîrmehê jî hate nîşandan.