Berxwedana Ozdemîr kete roja 20'an

Serdana li greva birçîbûnê ya H. Ozkan Ozdemîr ku 1'ê Nîsanê li Parîsê dabû destpêkirin didome.

H. Ozkan Ozdemîr slav ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê re şand, ku ev 124 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ozdemîr got, ''Dema ku min dest bi çalakiya xwe kirî, dixwazim bibêjim di serî de ji ya rêzdar Leyla Guven, ji berxwedana hevrêyên xwe yên li Strasboûrgê min moral û hêzeke mezin girt û wêrekiyek dana min.''

'JIYANA NÛ WÊ AZAD BE'


Ozdemîr bi domdarî got, ''Serdest, bêdengiya hemû amûrên wan ên desthilatê, li bara mafdarî û rewabûna çalakiya me bi mîsogerî wê têkçûnê bitehmijin; dahatiya bi bêhna biharê û azadiyê, wê bibe jiyana gelên me ku wê bi dilê xwe, bi kêfxweşî bijîn.''

FEUGA: EM Ê ÇALAKIYA WE BIKIN ROJEV


Yek ji dîrektorê sendîkaya FO (Force Ouvrîere) Serge Feuga û parêzerê FO'yê çûne serdana Ozdemîr. Ozdemîr ji serdanvanan re behsas tecrîdê û rûdna li zindanan kir. Feuga got ew ê grevên birçîbûnê yên li Kurdistanê û Tirkiyê bikin rojev, dosyayê bi sendîkayên din re jî par ve bikin û serkeftin xwest.

'ELEWÎ LI CEM MEZLÛMAN IN'

Ozdemîr berêvarkî tevlî bernameyeke Navenda Çandê ya  Elewî Vîlîer le Bel kir, Ozdemîr beriya bernameyê axivî, got Elewî bi baweriya xwe li cem mezlûman in. Ozdemîr xwest ku her kes li Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê bike, ku li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê.