Berxwedana li Strasboûrgê di roja 137’an de ye

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr derbarê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê axivî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakgeran li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Her roj ji welat û bajarên cihê yên Ewropayê welatparêzên Kurd, dostên Kurdan û nûnerên saziyan tên serdana çalakgeran.

Îro jî Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr hate serdana çalakgeran. Hevserokê din ê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî 137 roj in, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Goksûngûr bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku li girtîgehan 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne.

Goksûngûr diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser hemû gelan û divê gelê Kurd û gelên din berxwedana xwe geştir bikin. Goksûngûr got: “Berxwedana grevên birçîbûnê li gelek welatan deng daye. Em jî diyar dikin ku em vê tecrîdê qebûl nakin û em ê tecrîdê bişkînin.”