Berxwedana grevê ya li Strasboûrgê di roja 123’an de ye

Berxwedana 14 siyasetmedarên Kurd, aktivîst û rojnamevan jî di nav de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di grevê de ne, roja 123’an jî li pey xwe hişt.

Çalakiyên piştevaniya Kurdistaniyan a bi berxwedêrên grevên birçîbûnê ya li Strasboûrg a 17’ê Kanûna 2018’an ve destpêkiribû didome.

Çalakiya li navnîşana 273, Avenue de Colmar 67100 Strasboûrgê dewam dike, tevî pirsgirêkên cidî yên teduristiyê jî bi biryardarî çalakî didome.

Li gel gelê Kurd dostên wan, derdorên çepî demokrat û sosyalîst, dîsa hunermend, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl serdana çalakvanên ku mehkûmî text bûne dikin.

Çalakiya Kurdistaniyên li pêşiya Parlementoya Ewropayê ev mehek bû dom dikir ji ber cejna olî ya Înê ya Pîroz a li Fransayê rojekê zû bi dawî kir. Çalakvanan îro serdan a berxwedêrên grevan kirin.

SERHAT AGIRÎ: MORAL Û COŞA ÇALAKVANAN XURT E

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî li ser rewaş tenduristiya berxwedêrên grevê agaî da. Agirî anî ziman ku rewşa çalakvana giran e. Agirî anî ziman ku tevî pirsgirêkên bêxewî, hesyariya li ber bêhnê û deng jî heye moral û coşa wan xurt e.

‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ ERKÊ HER KESÊ YE’

Agirî da xuyakirin ku bi hezaran Kurd bi daxwaza ‘Tecrîdê bişkînin’ bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Agirî destnîşan kir ku şikandina tecrîdê pirsgirêka hemû Kurdan e, divê bar li ser milê berxwedêrên grevan tenê neyê hiştin, banga her kes bi erka xwe rabe kir.