Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin dewam dike.
Greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yigît û Şiyar Agaoglû ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li paytext Viyana ya Avûtûryayê dewam dike. her du çalakvan ji aliyê dixtoran ve tê kontrolkirin.
Kurdistaniyê bi navê Bedrî Tekîn ê bi armanca piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re dest bi greva hefteyekê kir.
Li aliyê din wê li Viyanayê 15’ê Sibatê ji bo portestokirina Komploya Navneteweyî meşeke dirêj bê kirin.
Meş roja Înê saet 09:00’ê ji Saînt Poltenê destpê bike û li Viyanayê bi dawî bibe.
Komîteya Amadekariyê banga tevlîbûnê ji bo meşa dirêj a ku wê 15’ê Sibatê destpê bike û 16’ê Sibatê li Viyanayê tevlî aktivîteya li wir bibe.