Berxwedana greva birçîbûnê ya li Stûttgartê geş dibe

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan greva birçîbûnê ya li Stûttgartê berdewam dike, bi meş û mîtîngan berxwedana hate slavkirin.

Li Stûttgartê ya Elmanyayê ji hêla Helkefta Meraşê û KCDK-E'yê ve bi dirûşma ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Rêbertî azad bikin'' û ''Ji Meraşê heta 19'ê Kanûnê, ji 19'ê Kanûnê heta Roboskê komkujî û yên li ber xwe didin'' meş û mîtîngeke hevpar hate çêkirin.

Di mîtîngê de, ya li Rotebûhlplatzê AABF, ADHK, Komeleya Dijberê Komkujiyê ya Dersimê 1938, AGÎF, Alinterî, NAV-DEM, HDK-A, SYKP FEDA û bi hezaran kes hazir bûn.

Li ser navê Helkefata Meraşê Safiye Îşcen axivî, bal kişande ser pêvajoya komkoujiya Meraşê û got heman hişmendî li Roboske berdewam kiriye.

LI KONÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Di meşê de, ku nûçegihanên sirgûn jî hazir bûn, çalakgerên greva birçîbûnê hatin slavkirin.

Di meşê de greva birçîbûnê ya li Stûttgartê ku ev 10 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, hate slavkirin û bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî Serok Apo, Bijî PKK, PKK gel e, gel li vir e, ji Ocalan re azadî, bila tecrîda li Imraliyê bi dawî bibe''.

Meşvan li ber konê greva birçîbûnê ya li Stûtgart Marstallstrabeyê bi çepik û lîlandinan hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê Dîe Lînke Gokay Akbulut axaftinek kir, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bang kir ku lşi çalakiya Leyla Guven xwedî derkevin.

BERXWEDAN BI ŞEV Û ROJ DIDOME

Greva birçîbûnê ya li Stûttgarê ev 10 roj in didome. Çalakgerên greva birçîbûnê li gel girseya meşê govend gerandin û dirûşm gotin. Ji roja Înê ve komeke ji 20 kesan pêk tê grevê didomînin. Giyasettîn Yalçin ku di koma pêşî ya grevê de bû, dîsa kete çalakiya greva birçîbûnê.

Êrîşa deweta Tirk ên li ser grevên birçîbûnê yên li Kurdistanê hate şermezarkirin.

Çalakî bi roj li konê li Marstallstrabe ya Stûttgarê û bi şev jî li Navenda Civaka Kurd a Stûttgartê didome.

Greva birçîbûnê heta 21'ê Kanûnê bi vê bernameyê wê bidome.