Bersûcê Qetlîama Sêwasê Kiliç li pêşiya PE’yê hate protestokirin

Ji bersûcên Qetlîama Sêwasê Ahmet Tûran Kiliç ku ji aliyê Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ve hatibû efûkirin, li pêşiya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Li pêşiya Parlamentoya Ewropya (PE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê bi çalakiyekê berdana Ahmet Tûran Kiliç hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê Konfederasyona Yekîneyên Elewî ya Ewropayê (AABK) hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Elewî wê vê biryarê nas nekin û bersûcên vê qetlîama sûcê dij mirovahiyê efû nekin.

Komeleyên girêdayî Federasyona Elewî ya Fransa û Federasyona Elewiyên Elmanya jî nav de alîgirên ATÎK’ê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Li ser navê ATÎK Strasboûrgê jî axaftin hate kirin û hate diyar kirin ku dewleta berpirsê esîl yê qetlîamê ye. ATÎK’ê banga têokşîna bihevre kir.