Berlîn li dora Abdullah Ocalan kom bû
Li ser banga KCDK-E li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wê bi pêşengtiya ciwanan hatin gel hev û gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa tendirustiya wî fikarê çêdike.
Li ser banga KCDK-E li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wê bi pêşengtiya ciwanan hatin gel hev û gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa tendirustiya wî fikarê çêdike.
Berdevkê FED-KURD li ber sefareta Tirk daxuyanî da ûbi xwendina daxuyaniya KCDK-E ragihand ku divê demek ji beriya demekê derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek were dayîn. Her wiha diyar kir ku heya agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê standin wê her roj li qadan bin.
Parlementerê eyaleta Berlînê Hakan Taş jî wiha axivî: “Pêwîste tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê bidawî kirin û parêzer û malbat bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Em rewşa tendirustiya Birêz Ocalan mereq dikin.”
Serokê Şaredariya Agirî yê berê Huseyîn Yilmaz jî dazanîn ku Rêberê Gelê Kurd nûnertiya gelê Kurd ê 50 mîlyonî dike, divê tecrîda li ser wî bê bidawî kirin û divê wê weke tecrîda li ser gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bê dîtin.
Nûnerê CÎK’ê Mele Dawûd jî diyarkir: “Eger em li 4 perçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikarin bi rengekî azad bi ziman û çanda xwe biaxivin û bijî bi saya Rêber Apo ye. Dewleta Tirk a faşîst bi belavkirina van gotinan dixwaze jiyane bê Rêbertî bi me bide qebûlkirin, dewletên faşîst divê wê baş bizanin ku emê heya dilopa dawî ya xwîna xwe xwedî li Rêbertiya xwe derbikevîn.”
Di mîtîngê de berdewam dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azasî” hatin qêrkirin.
Tevî provokasyonên faşîstan gel hişyar nêzîk bû.