Berdana bi şert a keşeyê qirker nehate qebûlkirin

Li Fînlandiya Dadgeha Bilind qebûl nekir ku keşeyê Ruandayî, yê ji bo ku tevlî qirkirinê bûye û cezayê girtîgehê yê heta mirinê lê hatiye birin, bi şert were berdan.

Keşeyê Ruandayî Froncoîs Bazaramba 2003'yan hatibû Fînlandiya û serlêdana îltîcayê kiribû. Bûroya Biyaniyan a ku li rabirduya Bazaramba vekolayî ji bo ku guman jê bir ku keşe tevlî qirkirina dema şerê nav xwe ya Ruandayê bûye lêkolîn berfireh kir.

Di encama lêkolînê de dema ku diyar bû ku Bazaramba fermana kuştina sê jinên Ruandayî û 4 Tutsiyan daye 2007'an hate girtin.

Dadgehê ji ber sûcê ku Bazaramba tevlî nav qirkirinê bûye cezayê girtîgehê yê heta mirinê lê brirî.

Bazaramba ji bo ku ji berdana bi şert sûd werbigire serî li Dadgeha Bilind da.

Dadgehê serlêdana Bazaramba qebûl nekir.