Bedran Çiya Kurd: Faşîzma dewleta Tirk wê bi rengekî dîrokî têk biçe

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir, ku dewleta Tirk wê li hemberî berxwedana wan bi rengekî dîrokî têk biçe û got, "Ev rejîma faşîst a ku hewl dide li ser xwîna gelê me li ser desthilatdariyê bimîne, divê baş zanibe ku wê şensê wan tune be."

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Çiya Kurd anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide van êrîşên xwe yên hovane yên li dijî her kesî dike, weke bersiva li êrîşa li Stenbolê nîşan bide û got, "Her kes zane ku êrîşa li Taksîmê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye plankirin û piştre jî bi rengekî hovane êrîş li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Her kes dibîne ku dewleta Tirk dixwaze van êrîşan berfireh bike û fitneyê bixe nava gelan, bi vî rengî jî gelê me îmha bike. Ji ber ku hebûn û destketiyên gelê me li dijî xwe weke gefekê dibînin.

Hikumeta AKP-MHP'ê ku bi êrîşa topyekûn rûyê xwe yê faşîst û terorîst careke din nîşan da, ji bo karibe li ser piyan bimîne û desthilatdariya xwe dewam bike, bi rengekî hovane êrîşî gelê me dike. Ev rejîma faşîst ku hewl dide desthilatedariya xwe li ser xwîna gelê me bimeşîne, divê baş zanibe ku wê şensekî xwe yê bi vî rengî nebe. Ji bo şer neqewime gelekî hewl hate dayin. Lê belê ji bilî berxwedanê rêyeke din nema. Ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê çareyeke me ya din nîne.

Dewleta Tirk êdî ketiye pêvajoyeke hilweşînê. Eger em hinekî din li ber xwe bidin wê faşîzma Tirk bi rengekî dîrokî têk biçe. Ji bo têkçûna xwe binixumîne serî li her rê û rêbazên qirêj didin. Bikaranîna komên mîna Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê, êrîşên bi çekên kîmyewî û hwd. serî li her cûre rêbazên qirêj didin. Ev şûcê şer e. Eger rejîmek bi van rêyan êrîşan dike, divê bê zanîn ku ew rejîm têk çûye."

'YÊN KU HELWESTÊ NÎŞAN NADIN, HEVPARÊ ÊRÎŞÊ NE'

Bedran Çiya Kurd got, "Êrîş ne tenê gefa li ser aramiya herêmê ye, di heman demê de gefa li ser aramiya tevahiya cîhanê ye" û helwesta raya giştî ya navneteweyî bi vî rengî nirxand: "Faşîzma Tirk bi salan e li pêş çavên cîhanê bi sedan carî sûcên li dijî mirovahiyê kir. Helwesta cîhanê ya li hemberî vê yekê lawaz e, di asta nebûnê de ye. Ev bêdengî hêz û wêrekiyê dide dewleta Tirk.

Yên ku li hemberî vê yekê helwesteke zelal nîşan nadin, xwedî berjewendiyên hevpar in. Hêzên mîna Rûsya û Emerîka ku di Cotmeha 2019'an de 'tifaqa agirbestê' kirin, divê li ber van êrîşan rabin û pêşî lê bigirin. Eger êrîş bi vî rengî dewam bikin, wê herêm bi temamî bi êrîşên mezin re rû bi rû bimîne. Em ê jî li hemberî vê dest bi berxwedana giştî bikin. Û berxwedana me jî wê ne tenê li hin herêman bimîne. Destpêkirina şer a li herêmê wê bi kêrî komên terorîst ên mîna DAÎŞ û El Nûsra bê. Dewleta Tirk ku hewl dide piştgiriyê bide komên terorîst ên mîna DAÎŞ'ê, bi têkbirina hêza ku DAÎŞ têk biriye dixwaze rê bide komên terorîst."

'DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN'

Çiya Kurd diyar kir ku êrîş li ser tevahiya Sûriyyeê ye û got, "Êrîş di heman demê de li dijî leşkerên hikumeta Şamê jî hatin kirin. Gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev jî nîşan dide ku ew ti carî yekparebûna Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê naxwazin. Tirkiye bi tunekirina jiyana gelê li vê derê wan neçarî koçberiyê dike. Bi vî rengî plan dike ku demografiyê biguherînin. Parastina xaka Sûriyeyê wezîfeya gelên Sûriyeyê bi temamî ye. Lewma li dijî faşîzm û dagirkeriyê divê gelên Sûriyeyê bi hev re tevbigerin. Gelên herêmê hemû divê li dijî faşîzmê helwestê nîşan bidin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna beriya niha, careke din helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê bi şênberî nîşan dan û li dijî êrîşan dest bi berxwedanê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê berxwedana li dijî dagirkeran dewam bikin. Gelên Sûriyeyê divê bi gelên li herêmên Rêveberiya Xweser re bibin yek û li ber êrîşan rabin. Hêza Parastinê divê tevî Rêveberiya Xweser beşdarî têkoşîna bi rûmet a li dijî faşîzmê bibe. Bi êrîşan dixwazin gel koçber bikin û welêt vala bikin. Dixwazin welatê me bikin qada şer û qadên jiyanê vala bikin. Her kes wê bi ruhê berxwedanê rabe ser piyan û faşîzma dewleta Tirk ji ser dîrokê bibe."