Banga tevlîbûnê danişîna rojnamevan Karakoç hate kirin

Danişîna rojnamevan Serdar Karakoç wê di 24'ê Tîrmehê de were dîtin û di vê danişînê de biryara wê radestî Elmanyayê bê kirin an na, bê dayîn. Înîsiyatîfa ji Serdar Karakoç re Azadî banga beşdarbûna danişîna rojnamevan Karakoç kir.

ROJNAMEVAN SERDAR KARAKOÇ

Rojnamevan Serdar Karakoç ê bi salan e ji bo kevneşopiya çapemeniya azad dixebite, di 23’yê Gulanê de li ser daxwaza Elmanyayê bi hinceta xala 129b'ê li Holandayê hatibû binçavkirin û girtin. Karakoç di 14'ê Hezîranê de bi kefaleta 5 hezar euro hat berdan. Rojnamevan Karakoç hefteyê carekê îmze davêje û pasaporta wî jî hatiye desteserkirin.

Di danişîna 24’ê Tîrmehê saet 13.30’an de wê biryar bê dayîn ku Serdar Karakoç radestî Elmanyayê bikin an na.

Rojnamevan Serdar Karakoç diyar kir ku dîroka faşîst û qetlîamker a dewleta Tirk îro jî didome û wiha wiha axivî: “Dewleta Tirk her tim pirsgirêka Kurd tine dihesibîne û weke pirsgirêkeke înkar, qirkirin û ewlekariyê dinirxîne. Serhildanên Şêx Saîd, Koçgirî, Zîlan û herî dawî Dersimê bi tundî hatin çewisandin, bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin, mafên herî bingehîn ên wek axaftina bi Kurdî, weşangerî û perwerdehiyê hatin qedexekirin. Bajarên Kurdistanê di salên 2015-2016'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin hilweşandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û nîv milyon kes ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Zextên li ser tevgera siyasî ya Kurd zêde bûn, şaredarên HDP'ê ji kar hatin dûrxistin û bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin cezayên giran ên girtîgehê li wan birîn. Xakên Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir kirin, di operasyonên li Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar anîn, bi xirakirina goran mîrateya çandî û hafizeya civakî wêran kirin, cenazeyên Kurdan di bîrên asîdê de helandin,.. ji zinaran avêtin xwarê û bi saxî şewitandin. Weke kesekî ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad têm, min nikarîbû li hemberî van pêkanînên hovane yên dewleta Tirk bê hestyar û bêbersiv bimînim. Ez jî weke kesên ji her pîşeyî xwedî nêrîneke siyasî me û felsefeya min a jiyanê ya herî bingehîn ew e ku ez erkên xwe yên mirovî ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî gelên bindest, yên ku hatine paşguhkirin, li hemberî mirovahiyê yên hatine qetilkirin bi cih bînim."

Karakoç bal kişand ser rewşa penaberên ku ji ber zilma dewleta Tirk cih û warên xwe terk kirine û wiha domand: "Rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û bi hezaran welatiyên Kurd ên weke min ên ji şerê dewleta Tirk rizgar bûne, niha li Ewropayê penaber in. Siyasetmedarên Kurd yên ku bûne penaber bi rastî ji aliyê derûnî ve xwe ji welatê xwe qut nebûne. LI welatên ku lê dimînin, li gorî derfetên xwe û di çarçoveya qanûnan û li ser bingehên demokratîk xwedî li doza xwe derdikevin.”

'ELMANYA JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK DOZAN DIKE'

Serdar Karakoç li Elmanyayê di navbera Tîrmeha 2017 û Gulana 2018’an de li gorî xala 129b’ê tê darizandin. Karakoç derbarê vê mijarê de ev tişt anî ziman: “Elmanya piştî 7 salan der barê min de biryara girtinê ya navneteweyî derxist. Heke min sûcekî wisa giran kiribe, çima di heman salê de min girtin? Çima û li benda çi bû? Xuya ye ev doz bi temamî siyasî ye û ji bo parastina berjewendiyên dewleta Tirk hatiye vekirin. Elmanya di mijara pirsgirêka Kurd de ji dewleta Tirk zêdetir polîtîkayên zordestî dimeşîne. Bi polîtîkaya krîmînalîzekirina gelê Kurd, çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike. Bi hişmendiya dewleta Tirk nêzîkî pirsgirêka Kurd dibe. Rojnameger û siyasetmedarên Kurd krîmînalîze dike û bi awayekî siyasî didarizîne. Ev darizandin ne hiqûqî ye û piştgiriya polîtîkayên derve yên dewleta Tirk dike.”

BANGEWAZIYA BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ

Înîsiyatîfa Ji Serdar Karakoç re Azadî jî bal kişand ser danişîna ku wê 24’ê Tîrmehê saet 13.30’an bê lidarxistin û wiha domand: “Em bang li hemû gelê xwe, derdorên şoreşger û demokratîk dikin ku di şexsê rojnamevanê Kurd Serdar Karakoç de li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê yên li ser rojnamevan û siyasetmedaran tên meşandin, bertekên xwe bilind bikin û em li benda piştevaniya we ne.”

Navnîşana ku dê danişîn lê bê dîtin wiha ye:

"Parnassusweg 280

1076 AV

Amsterdam."