Bahoza Îsha'yê bandoreke giran li Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî kir
Ji ber Bahoza Îshayê li Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê bi deh hezaran mal û kargeh bê elektrîk man, bandoreke giran li ragihandinê bû.
Ji ber Bahoza Îshayê li Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê bi deh hezaran mal û kargeh bê elektrîk man, bandoreke giran li ragihandinê bû.
Li gorî medya cemaweriyê ya Îrlandayê RTE'yê, operatora şebekeya elektrîkê ya Îrlandayê ragihand ku bi taybetî li bakurrojavayê welêt ji sibeha Duşemê û pê ve zêdeyî 235 hezar mal û kargeh bêelektrîk man.
Ji rayedarên şebekeyê Brîan Tapley diyar kir ku ew li bendê ne elektrîk di nava rojê de bê, lê belê ji bo hin muşteriyan dibe ku çend rojan dewam bike.
Li gorî RTE'yê, li balafirgeha Dûblînê roja Yekşemê ji sedî 25 ê trafîka hewayî, nêzî 150 seferên balafiran hatin betalkirin, lê belê trafîka hewayî sibeha Duşemê jinûve destpê kir. Li gorî operatorê şebekeyê li Bakurê Îrlandayê 45 hezar muşterî bêelektrîk mane.
Midûrê Giştî yê Yekîtiya Tevna Enerjiyê Lawrence Slade sibeha Duşemê ji BBC re axivî û got, "Yek ji aliyên metirsîdar ên vê bahozê ew e ku bandor li tevahiya welêt kiriye." Lawrence Slade anî ziman ku ew neçar mane teknîsiyenan bişînin çar aliyên Brîtanyayê.
Li Skoçyayê ku sibeha Duşemê ji ber darên bi ser rêya hesinî ketin û ji ber lehiyê seferên trenê nehate kirin. Bi şev jî ji bo bayê dijwar alarma sor hate dayin. Tê payin ku trafîk di nava rojê de jinûve destpê bike.
Berdevkê Network Raîlê got, "Bi sedan teknîsyen bi rê ketine."
Li gorî ajansa rewşa hewayê ya Îngilistanê Met Offîce, li bakurrojhilatê Îngilistanê bi qasî leza ji 160 kîlometreyî saetê, ba rabûye. Îsha ji meha Îlonê û vir ve bahoza nehemîn a li herêmê ye.