Bafil Talabanî: Rêberên me berdin

Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, "Rêberên me berdin."

Peyama Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî bi vî rengî ye:

"Roj baş xwişk û birayên delal, Newroza we pîroz be, Newroza we hemû zarok û ciwanan jî pîroz be.

Înşela ev sal bibe ew sal ku hemû Kurd bi hev re tevbigerin. Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yekitiyê ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.

Ez bang li welatên me yên cîran hemûyan dikim ku wan siyasetmedarên me berdin, rêberên me hemûyan berdin, destûr bidin ku mirov serdana wan bikin, doktor û parêzerên wan biçin xizmeta wan. Dilê me bi wan malbatên re ye ku bi bobelata erdhejê hemû xizm, xwişk û bira, dê û bavên xwe winda kirin.

Bi piştevaniya we em ê zextê li partiyan bikin ku berjewendiyên gelê me bidin pêşiya xwe. Careke din gelek spas.

Bijî Kurd û Kurdistan yan Kurdistan yan neman."