Aydar: Li sekna dayikan binêrin û bibin xwedî helwest

Aydar ê di serdana berxwedêrên Strasboûrgê de axivî, bal kişand ku bi rojiya mirinê re ketine pêvajoyeke nû û behsa girîngiya berxwedanê ya li dijî tecrîdê kir. Aydar bang li gel kir ku ‘têkoşîna dayikên girtiyan ji bo xwe bikin mînak.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar ê serdana berxwedêrên di roja 137’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di grevê de ne kir. Aydar ê li vir axivî diyar kir ku wê berxwedana dîrokî bi teqez bigihêje serketinê. Aydar diyar ku divê her kes dayikên girtiyan ên li ber xwe didin bikin mînak.

‘EV ÇALAKIYEKE PIR MEZIN E’

Aydar anî ziman ku greva li Strasboûrgê gihiştiye asta krîtîk û got “Çalakiyek pir mezin e.” Aydar bal kişand ser grevên li zindanan û got: “Berxwedana li girtîgehan kete roja xwe ya 138’an. Hemû hevrêyên me yên ketine grevê di dîroka me de pêvajoyek nû dan destpêkirin. Ev çalakiyeke pir gîrîng e.”

‘JI BO DAXWAZ PÊK WERIN PÊWÎSTÎ BI ÇALAKIYEKE WIHA HEYE’

Aydar ketina 15 girtiya a rojiya Mirinê bibîr xist û wiha pêde çû: “Ev biryareke girîng e. Divê gelê me vê yekê baş bibîne û li gorî wê bibe xwedî sekin û helwest. Ji bo pêkhantina daxwazan û ji bo ev çalakî bi serketî bi encam bibe pêwîstî bi çalakiyeke wiha hebû.”

 ‘DIVÊ EM LI GORÎ BERXWEDANA DAYIKAN BIKEVIN TEVGERÊ’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ji bo daxwazên girtiyan di zûtirîn demê de pêk were, kesayetên bi erk û berpirsyariyên xwe rabin hene û got: “Berxwedana dayikên girtiyan mînaka vê ye. Dayikên girtiyan ên îro li pêşiya girtîgehan di nava çalakiyê de ne, bi rastî jî berxwedaneke mezin dike. Gelek caran xeleka ji mirovan çêkirin, polîsan jî êrîş kirin. Divê her kes li van dayikan binêrin û li gorî wê bikevin tevgerê.”

Aydar bibîr xist ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de çalakiyên gelek mezin û dem dirêj hatine kirin, çalakiya îro hem li hundir û hem jî li derve di raya giştî ya cîhanê de bûye xwedî deng çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a hê jî dewam dike ye.

Aydar herî dawî bang li gel û dostan kir ku li dijî tecrîdê xwedî li daxwazên bi hezaran çalakvanan derbikevin.